Zivistanê bi berfa zêde dest pê kir. Piştî destpêkirina berfê, li gelek bajarên herêmê rêyên sedan gundan ji çûnûhatinê re hatin girtin. Li Wan, Erzirom, Agirî û gelek bajarên Serhedê rêyên 880 gundan hatin girtin. Li Çewlikê ji ber berfa zêde dibistan 3 rojan ketin betlanê. Li Amedê jî piştî berfa ji duh de dest pê kir, li navend û navçeyên Amedê rêyên 160 gundan ji çûnûhatinê re hate girtin.
Îsal berfê li gelek bajaran bi bandorek mezin dest pê kir. Bi barîna berfê rê li gelek gund û navçeyan rêya sedan gundan hate girtin û jiyan tevizî.
Piştî barîna berfa dijwar dest pê kir, li gelek herêma serma 20 pile daket binê sifirê. Li Qersê serma daket 20 pile daket. Li Erziromê serma daket bin sifirê 12, li Erdexenaê bin sifirê 10, li Agiriyê bin sifirê 10, li Erzînganê bin sifirê 2 û li Îdirê serma daket bin sifirê 5 dereyan Bi tevahî li herêma serhedê rêya 880 gundan ji çûn û hatiê re hate girtin.
Li hin cihan bilindahiya berfê derket 2 metreyan. Li Îdirê rêya 29, li Erziromê rêya 156, li Agiriyê rêya 477, li Wanê rêya 218 bi tevahî rêya 880 gundan hate girtin.
Li tevahiya Çewlikê rêyên 263 gundan hate girtin û li nava Çewlikê ji ber berfa zêde 3 rojan dibistan ketin betlaneyê.
LI AMEDÊ RÊYÊN 160 GUNDAN HATE GIRTIN
Li Amed û navçeyên Amedê yên Hênê, Lice, Çunguş, Pasûrê ji ber berfa zêde rêyên 160 gundan ji çûn û hatinê re hate girtin. Li hin cihan bilindahiya berfê heta 35-40 santiman bilind bû.