Li sergoya leşkerî teqîn: Zarokek jiyana xwe ji dest da

Li sergoya leşkerî teqîn: Zarokek jiyana xwe ji dest da

Li naçveya Ebexê ya Wanê li ser sergoya ayîdî leşkeriyê teqîneke pêk hat û di teqînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û zarokekî jî bi giranî birîndar bû.

Li gundên Sînde û Çubuklu yên navçeya Ebexê ya Wanê li ser sergoya ayîdî leşkeriyê teqînê pêk hat. Di teqînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û zarokek jî bi giranî birîndar bû.

Hate zanîn ku zarokê bi giranî birîndarbû rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê.