Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê li Konbajarê Telhamût şewat derket. Di şewata kon de 5 zarok bi giranî birîndar bûn.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di konbajarê Telhamût de şewat derket. Di şewata kon de hemû alav şewitîn û 5 zarok bi giranî birîndar bûn. Şevê din şewat derket. Hate zanîn ku, şewat ji ber sobeya ceyranê pêk hatiye û 5 zarok rakirin Nexweşxaneya Sahrayê. Zarok pişt re şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Rihayê. Hate zanîn ku, rewşa zarokan girane û lêpirsîn hate destpêkirin.