Li Serêkaniyê serdegirtina malan: 12 binçavî

Li Serêkaniyê serdegirtina malan: 12 binçavî

Li navçeya Serêkaniya Rihayê û gundên wê polîs û leşkeran di ser gelek malan de girtin. Polîs û leşkeran di serdegirtina malan de 12 kes binçavkirin.

Yekîneyên leşker û polîsan hevpar û hemwext serê sibê di demjimêr 05.00'an de li navçeya Serêkaniyê û gundên wê di ser gelek malan de girtin. Polîs û leşkeran di serdegirtina malan de herî kêm 12 kes binçavkirin. Hat zatîn ku, operasyon têkildarî çalakiya 24'ê mijdarê ya BDP'ê ku lidarxistibû pêk hat. 12 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Rihayê.