Li Serêkaniyê şerê di navbera hêzên YPG’ê û komên çete ku şevê din piştî derengiya şevê hinekê rawestiya bû, jinûve destpê kir. Ji ber gulebarana çeteyan 5 sivîl birîndar bûn.
Hate ragihandin ku pevçûn li Taxa Mehetê û nêzî riya Hesekê dijwar bûye. Li gorî agahiyan, komên çete bi çekên qernasan nava bajêr gulebaran dikin û ji ber van gulebaranan 5 sivil birîndar bûne.