Li Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera komên çekdar ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin û derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, ên ku girêdayî Newaf Raxib Elbeşîrin, û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de şer rû da. Li gorî agahiyên destpêkê 2 endamên komên çekdar hatin kuştin.
Nûçegihanê ANF'ê li Serêkaniyê ragihand ku koma çekdar a bi navê Ehfad Elresûl ku di deriyê sînor yê di destê Tirkiyeyê re ji Herêma Cisr Elşixûr ya Idlibê hatiye, û girêdayî Newaf Raxib Elbeşîr in, derbasî bajêr bûn.
Hat diyarkirin ku xwestin ku aramiya herêmê bin pê bikin. Di seatên despêkê de di navbera wan û komên çekdar ku di bajêr de ne şer derket. Di encama şer de komên çekdar êrîşî Taxên kurdan kirin. Ev yek jî bû sedem ku di navbera wan û YPG'ê de ku taxên Kurdan diparêzin şer derbikeve. Li gorî agahiyên destpêkê
Şer berdewam dike....