Vê sibehê li bajarê Serêkaniyê Meclisa Gel a bajêr cereyên (tûp) gazê li gelê bajêr belavkirin.
Xelkên Serêkaniyê di nava zor û zehmetiyan de jiyan dikin. Gel bi zehmetî hewcedariyên jiyanê peyda dikin. Îro sibehê Meclisa Gel a bajarê Serêkaniyê 600 cereyên gazê li şîniyên bajêr belavkirin.
Meclisa Gel a bajêr cereyên gazê ku di bin parastina Yekîneyên Parastina Gel(YPG) de gihişte bajêr, li hemû beşên civakê bê ku tu cûdahiyan bixin navberê de belavkirn.