Li Serêkaniyê komên çekdar êrîşê binkeyên YPG’ê kirin

Li Serêkaniyê komên çekdar êrîşê binkeyên YPG’ê kirin

Komek çekdar ku ji Bakûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, êrîşê binkeya kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir. Kom li rastî bersivdana YPG’ê hat û neçar ma ku şûnde vegere.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF’ê yê li Serêkaniyê dane, şevê din saet di 22.30 de komeke çekdar ji Bakûrê Kurdistanê ket Rojavayê Kurdistanê û êrîşê binkeya kontrolê ya YPG’ê kirin. Şervanên YPG’ê bersiv dan êrîşa koma çekdar, koma çekdar neçar ma ku şûnde vegere. Hat ragihandin ku birîndarên komên çete çêbûne, lê tu ziyanên YPG’ê çênebûne.

Ev binkeya YPG’ê ya ku komên çekdar êrîş kirin li beranberê gundê Metetla yê ku 20 km dikeve rojhilatê Serêkaniyê û li ser rêya Dibesiyê ye.