Li Serêkaniyê kî çi dixwaze?-Ramazan Umar

Li Serêkaniyê kî çi dixwaze?-Ramazan Umar

Li bajarê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê êrîşên komên çete ji nû ve dest pê kirin. Pevçûnên di navbera van koman û hêzên YPG’ê de ev çend roj in didomin.

Êrîşên li hemberî Serêkaniyê di 8’ê mijdara 2012’an de destpê kiribûn. Van koman destpêkê bi hinceta ku hêzên rejîmê li vir in, êrîşî bajar kiribûn, lê piştî ku bermahiyên rejîmê derketin, vê carê di 19’ê mijdarê de êrîşî gel û hêzên parastinê kirin. Di 24’ê mijdarê de neçar man ku agirbestê bixwazin, lê di 11’ê kanûnê de pêdiviyên agirbestê bi cîh neanîn û dîsa êrîşî kurdan kirin.

Di encama van pevçûnan de komên çete neçar man ku peymanê îmze bikin. Li gorî vê peymanê diviyabû ku komên çekdar ji bajar derkevin û bajar ji aliyê meclisek sivîl ve bê birêvebirin. Di dema ku amadekariyên avakirina vê meclisê didomiyan, êrîş jinûve destpê kirin.

Baş e, li gel evqas windahiyan jî, komên çete çima dîsa êrîş dikin? Piştperdeya wê çiye, hesabên kê çi ne?

Wekî tê zanîn li ser Rojhilat Navîn planek hêzên kapîtalîst heye. Di çarçoveya vê planê de hêzên herêmê jinûve tên dîzaynkirin. Ev hewldana dîzaynkirinê niha li Sûriyeyê didome. Hêzên hegemon dema van planên xwe pêk tînin naxwazin ku li pêşiya wan tu kelem hebin.

Kelemê herî mezin li pêşiya modernîteyê têkoşîna gelan ku bi pêşengiya Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê tê meşandine. Têkoşîna li Bakur û Rojava mînaka vê yekê ye. Jixwe ji ber vê yekê ye ku li hemberî tevgera azadiyê êrîşên topyekun hatin zêdekirin. Di dema ku komkujiya Parîsê û êrîşên bombeyî yên li Başûr pêk hatin de, komên çete ji aliyê Tirkiyeyê ve ketin Serêkaniyê.

Êrîşên li Serêkaniyê di vê çarçoveyê de dikarin bêne nirxandin. Ev tenê wekî êrîşek li dijî bajarekê nayê nirxandin. Serêkaniyê wekî deriyê vedibe herêma Cizîrê ya Rojava tê zanîn. Dema ev der bikeve wê hemû destkeftiyên kurdan û gelên din ji dest biçin. Heta niha nikarin vê yekê pêk bînin, lê di her fersendê de dixwazin hêviyên xwe pêk bînin.

Di nava van êrîşan de hem hêzên wekî Tirkiye, hem muxalefeta Sûriyeyê û hem jî rejîm bixwe heye. Planên Tirkiyeyê yên dagirkirina rojavayê Kurdistanê tên zanîn. Her wiha muxalefeta Sûriyeyê jî kurd û gelên bi îrade naxwazin, dixwazin ku ew li şûna rejîmê rûnin, kurd û gelên din jî girêdayî wan bin. Rejîma Baasê jî dixwaze ku cihên niha di destê wan de mane biparêz e û nehêle bikevin destê kurdan.

Di demeke ku hêzên YPG’ê herêma Rimêlanê dorpêç kir de, êrîşên Serêkaniyê jî destpê kirin. Dema em van hemûyan bînin ba hev, tiliya rejîmê jî di Serêkaniyê de heye.

Ku em hemû daneyan bînin ba hev, şerê li Serêkaniyê tenê şerê bi komên çete re nîn e, ev kom tenê pîyon in, bi pereyan kar dikin. Ji ber vê ye ku ligel ewqas kuştiyan jî, direvin dîsa êrîş dikin.

Di rastiyê li Serêkaniyê şerê azadiyê û koletiyê tê meşandin. An dê xeta azadiyê bi ser keve, yan jî dê koledariya berê dom bike. Lewre pêdiviya gelê Serêkaniyê û hemû gelên Rojava bi piştgiriyek mezin, bi taybetî jî bi alîkariya gelê Bakur heye, ji ber ku komên çete ji serxetê derbasî Serêkaniyê dibin. Gelê Bakur dikare nerazîbûna li dijî planan û piştgiriya ji bo Rojava nîşan bide.

*Azadiya Welat