Li Serêkaniyê di pevçûnên di nav Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û komên çete de ku Tirkiyeye piştgiriyê dide wan du şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
Li Serêkaniyê pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete yên bi alîkariya Tirkiyeyê derbazî Serêkaniyê dibin didome.YPG’ê ragihand ku, di pevçûnê de du şervanên wan yên bi navê Elî Şêx Dawid û Lezgîn Elî Elî jiyana xwe ji destdane. Hêjmara şervanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dayîna giha 5’an.
Sibe wê bi merasimeke girseyî li Bajarê Dirbêsiyê, cenazeyê şervanê YPG'ê Elî Şêx Dawid Xedîca dê bispêrin axê. Ji bo tevlî bûna merasiman Saziya Malbatên Şehîdan bang li hemû gelê Dirbêsiyê kirin ku tevlî merasiman bibin.
Merasîm di demjimêr 11.00 an de li gorî dema herêmî wê li ber ocaxa tenduristiyê ya bajêr destpêbike.
Îro cenazeyê şervanê YPG'ê Lezgîn li gel fermandarê YPG'ê Lewend Qamişlo li goristana Şehîd Delîl Sarûxan ya li Qamişlo were defin kirin.
Nav: Elî Şêx Dawid Xedîca
Navê Bav: Ehmed
Navê Dayîkê: Nefîsa
Cihê dayîkbûnê: Li Gundê Qenter yê Dirbêsiyê di sala 1982 (niştecihê Serêkaniyê)
Nav: Lezgîn Elî Elî
Navê Dayîkê: Şukriye
Cihê Dayîkbûnê: Qamişlo 1980