Li Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê piştî ku komên çekdar ji alî Tirkiyeyê ve derbasî bajêr bûn, şer û pevçûnên dijwar rû dan. Gelê bajêr malên xwe terk kirin. Niha jî komên çekdar û kesên girêdayî wan, dest bi dizî û talankirina malan dikan. Di heman demê de navendên dewletê û nexweşxane jî ji aliyê van ve hate şelandin.
Li Tilhelafa ku wekî paytextê Mîtaniyan tê zanîn, ji alî rejima Baas gelek deverên xezîneyên genim û êm ve li vê deverê hatibû çêkirin. Lê belê gundê Telhelaf ji aliyê komên çekdar ve hatibû dagir kirin. Komên çete dest bi diziya van xezîneyan kir.
Xezîneya gelê herêmê hatibû komkirin ji aliyê van komên çekdar ve hate dizîn. Li gorî çavkaniyên ji gundê Tilhelaf komên çekdar genim ji wan xezîna derxist û ber bi Tirkiyeyê ve birin. Tê gotin ku ji wir jî bi rêya tirênê derbasî hindurê Tirkiyeyê kirine.
Gundiyê Tilhelaf ji nûçegihanê ANF'ê li diyar kir ku komên Çekdar hemû xezîneyên genimê wan birine Tirkiyeyê. Kesekî ku weke Karmendekî di navenda genim de dixebitî û ne xwest navê xwe eşkere bike diyar kir ev zad hatine dizîn:
750 ton êmê pez, 150 ton kapeka genim, 60 ton êmêdewaran, 10 ton êmê ziwakirî (kesba). Kîsên valla: 26800 kîsên xêş ê nû, 100 000 kîsên kevin. 1167 depên ku di kar de dihat bi karanîn.34 çadirên nû. Dînemoyeke ku ji bo ava vexwarinê dihat bi karanîn.
Tevlî van tiştan derî û pencereyên avahiyên navenda êm û genim bi temametî hatine dizîn. Herwiha hemû belge û kaxezên ku di rêvebiriyê de bûn hatine şewitandin.
Di derbarê kiryarên kmomên çeteyan de gelê Tilhelaf nerazî bûnên xwe nîşan da û diyar kir ku komên çekdar bi duruşmeyên avêtî wan xapandine. Gundiyekî ku navê xwe eşkere nekir wiha axivî: ''Ez bi eslê xwe Ereb im, dema ev kom hatin duruşmeya 'xweda mezin e' avêtin. Bi rastî me ji wan bawer kir, lê mixabin di bin vê dureşmeya pîroz de dest bi dizî û talankirinê kirin''.
Di heman mijarê de şîniyên gundên Tilhelaf û Tilhedar destnîşan kirin ku tiştên ji malên Serêkaniyê hatine dizîn, li Mindicê û bajarokên derdorê ji aliyê komên çekdar ve bi bihayek pir kêm tên firotin.