Li Serêkaniyê dermanên demborî hatin belavkirin

Li Serêkaniyê dermanên demborî hatin belavkirin

Li Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê dermanên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve, ji Serêkaniyê re hatibû şandin, tevî ku dema wî qediyabû jî, ji aliyê hin koman ve li gel hate belavkirin.

Piştî ku dermanê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve ji gelê Serêkaniy re hatibû şandin, hin partiyên kurd li gel belav kirin .

Piştî ku welatiyan zanîn ku dema van dermanan qediyaye û nema dibe ku were bikaranîn, nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Paşê ew derman hatin şewitandin.

Hat îdîakirin ku ev derman ji aliyê hin rêxistinên Tirk ku navê wan nehate aşkerekirin ve şandine Serêkaniyê.