Li Serêkaniyê bi dehan çekdar hatin kuştin

Li Serêkaniyê bi dehan çekdar hatin kuştin

Pevçûnên dijwar ên li Serêkaniyê berdewam dikin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) vê sibê êrîşê navendên komên çete yên li Taxa Abrê kirin û di encamê de gelek kuştî û birîndarên komêm çekdar ên ku bi desteka dewleta Tirk êrîşê Serêkaniyê kirin çêbûn. Hat zanîn ku piraniya çekdarên hatine kuştin segvan in.

Pevçûnên dijwar ên ku 7 roj in li Serêkaniyê berdewam dikin, bi dijwarî berdewam dikin. Hate ragihandin ku îro saet derdora 05.00 şervanên YPG’ê êrîş navendên komên çekdar kirin û di encama êrîşên li ser navendên komên çekdar ên li Taxa Abrê yê de gelek endamên çeteyan hatin kuştin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin gelek kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûne. Hate zanîn ku piraniya çekdarên hatine kuştin segvanên komên çete ne û vana di encama sûîqestan de gelek kesên sivîl qetilkirin. Hate diyarkirin ku komên çete çek û alavên xwe bi cih hiştin û reviyan.

Li gorî çavkaniyên herêmî, fermandarên komên çete cenazeyên 35 endamên xwe şewitandine. Li gorî agahiyên heman çavkaniyan dane, piraniya termên hatine şewitandin ên çekdarên nêzîk Tirkiyeyê ne û ew ji aliyê serbazên Tirk ve dihatin birêvebirin.

SIVÎLAN SÛÎQEST DIKIN

Komên çete di van rojên dawiyê de gelek sivîl sûîqest kirin. Li Serêkaniyê komên çete ciwanê kurd Orhan Hemê Mixtar astengdarê mejî yê 20 salî, li taxa Xeraba sûîqest kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Duh jî, saet di 12.30 de hewanek li kolana Ehmed Kan ket û di encamê de 2 jê zarok bi giştî 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn. kesên bi navê Şehed Hanî Hebaş ê 3 salî, Umer Hanî Hebaş ê 10 salî jiyana xwe ji dest dan û Semah Umer Hebaş a 20 salî û Hanî Hebaş ê 65 salî birîndar bûn.

Her wiha welatiyê kurd Celal Ebdula Hisên di sala 1986 ji dayik bûye bi guleyên komên çete hate kuştin û Cûdî Sedûn Ebdo jî birîndar bû.