Li Serêkaniyê alên Tirkiyeyê hatin bidestxistin

Li Serêkaniyê alên Tirkiyeyê hatin bidestxistin

Şerê di navbera hêzên YPG’ê û komên çete ku tê gotin Tirkiye piştgiriya wan dike de berdewam dike. Di şerê ku 20 komên çete tevlî bûne de, li 2 malên ku çeteyan wekî navend bikar dianîn, alên Tirkiyeyê hatin bidestxistin.

Li Serêkaniyê şer û pevçûnên ku bi êrîşa komên çete destpê kiribû, dijwar dibe. Hate ragihandin ku 20 komên çete tevlî şer bûne û êrîş dikin. Navên komên çete wiha ne:

Ketiba Enwar El Haq, Lîwa Ehfad El Resul, Konseya Şoreşgerî ya Leşkerî ya Rakkayê, Ketiba El Faruk, Ketiba Dire El Cezîre, Şêx Îslam El Tumeyme, Ketibe Elî Bin Ebî Talib, Ketibe El Alahu Ekber, Tabura Mergada, Ofîsa Ewlekariya Şoreşê li Rakkayê, Graba El Şam, Tabura El Adiyat, Tabura El Ebrar, Tabura Şedadî, Tabura Ehrar Xwêran, Tugaya Cind El Heremeyn, Tabura Dir El Şemal, Cindullah, Qehremanên Mendic û Cerablus, Tabura Ehrar El Tewaif.

Hate ragihandin ku şer zêdetirîn li taxên Mehetê û Ebra û riya Hesekê dijwar bûye. Her wiha hate gotin ku komên çete yên ji aliyê Hesekê ve hatine, bi alikariya gundê Til Ziyab derbasî gundê Eloka Rojhilat û gundê Çapa ku kurdên êzîdî lê dijîn, bûne û ji vir êrîşî êrîşî noqteya kontrolê ya YPG’ê ya li nêzî gundê Eloka Rojhilat dikin. Hate gotin ku li vir jî pevçûn didomin.

ALÊN TIRK Û KOMPUTUR HATIN BIDESTXISTIN

Li aliyê din hate hînbûn ku hêzên YPG’ê li 2 malên ku koma bi navê Ehrar Xwêran û Meclîsa Leşkerî ya koma bi navê Dêra Zor wekî navend bi kar dianîn bi dest xistine. Hate ragihandin ku di van malan de alên Tirkiyeyê û 2 komputur hatine bidestxistin. Her wiha hate gotin ku ji aliyê Tel Xelef û Tirkiyê ve jî alîkariya van koman tê kirin û carinan jî ji aliyê Tirkiyeyê ve gule tên barandin.

ÊRÎŞAN DUH DEST PÊ KIRIBÛ

Duh saet derdora 13.00’an de dema şêniyên bajar dixwest firina nan vekin, koma bi navê Ehrar Xwêran êrîş kiribû û li ser vê yekê jî hêzên YPG’ê mudaxele kiribû. Di encama pevçûnên ku li derdora firinê û xaçerêya Hesekê heta derengiya şevê dom kir de, li gorî daxuyaniya YPG’ê li nêzî firinê 7, li cihek din jî hejmarek zêde êrîşkar hatin kuştin. Her wiha gelek jî birîndar bûn. Hate gotin ku kuştî û birîndarên çeteyan bi alîkariya Tirkiyeyê bi ambulansan birine Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê. Di şerê heta derengiya şevê dom kir de, komên çete xwe vekişiyan sînorê Bakûrê Kurdistanê. Heman koman serê sibehê saet di derdora 05.00’an de jinûve êrîş kir.