Li Serêkaniyê 13 endamên komên çete hatin kuştin

Li Serêkaniyê 13 endamên komên çete hatin kuştin

Komên çete yên destekê ji Tirkiyeyê digirin îro careke din êrîşê Kurdan kirin. Ev komên ku komên weke “Ehrar Xwêran” û “Ketîbeya Mîşel Temo” li rastî berxwedana YPG’ê hat û di encamê de herî kêm 13 endamên komên çete hatin kuştin.

Komên çete yên ku dewleta Tirk piştgiriyê dide wan ji 8'ê Mijdarê ve hewil didin bajarê Serêkaniyê dagir bikin. Ev komên ku li hemberî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel têk çûn, îro careke din êrîş kirin. Komên çete yên bi navê "Ehrar Xwêran" û "Ketîba Mişal Temo" yên êrîş kirin rastî bersivdayîna hêzên YPG hatin.

Li gorî agahiyên destpêkê 13 endamên komên çete hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn. Her weha hat zanîn ku gelek deverên van komên çete ketine destê hêzên YPG.

Piştî ku frin ji aliyê xelkê bajêr ve ji nû ve hat çêkirin, îro wê bihata vekirin. Lê dema ku amadekariyên vekirina firnê dihatin kirin, komên çete yên binavê "Ehrar El Xwêran" û "Ketîba Mişal Temo" ku destekê ji rêjîma Tirk werdigrin û li derdora Serêkaniyê bicih bûne, êrîş kirin.

Li gorî agahiyan, dema ku rayedarên Meclîsa Gel a Bajêr xwestine ji bo alîkariya şêniyên bajar firina nan vekin, komên çete dest bi êrîşê kirine.

Êrîşa yekemîn saet 2 piştî nîvro li dijî devera kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel ya nêzî Xaçerêya Hesekê pêk hat. Ev devera kontrolê di heman demê de li ber firina nan a nêzî Taxa Zerdeşte jî. Her weha hat ragihandin ku endamên komên çete ji taxa Mehetê û ji navenda berê rêjîmê bi doçkayan gulle li derdorê û navendên kontrolê direşînin.

Li hemberî êrîşa komên çete, Yekîneyên Parastina Gel bersiv dan û di encamê de hat zanîn ku gelek kesên êrîşkar birîndar bûne.

Fermandarê Tugaya "Şehîd Abid" Dijwar Serêkaniyê da zanîn ku heta niha di encama şer de, 13 endamên komên çete hatine kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûne. Di vê navberê de hat zanîn ku hêzên rêjîma Tirk bi ambûlansan birîndar komên çete rakirina nexweşxaneyên Serêkaniya Serxetê.

Li gorî agahiyên bidest ketine, rewşa gelek birîndarên komên çete giran e.