Li Serdeştê terora rejîma Îranê: Kesek sivîl hat kuştin

Li Serdeştê terora rejîma Îranê: Kesek sivîl hat kuştin

Leşkerên rejîma Îranê li ser xeta sînor a bajarê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê gulle li komek “qaçaxçiyên” Kurd reşand û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, leşkerên rejîma Îranê li ser sînorê Serdeşt-Başûrê Kurdistanê gule li komek kasibkarên Kurd reşand û di encamê de kesê bi navê Mihemed Dîwalan jiyana xwe ji dest da, du kesên ku navê wan nehat zanîn birîndar bûn.

Herî dawî, di 5’ê Îlonê de hêzên rejîma Îranê li ser sînor gule li “qaçaxçiyên” Kurd reşandin û di encamê de kesê bi navê Îsmaîl Kargar Rehma jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, leşkerên rejîma Îranê li bajarê Pîranşarê gule li “qaçaxçiyên” Kurd reşandin û di encamê de kesê bi navê Hesen Sekird êjiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku ji Şinoyê ye.

Li gorî tomarên ANF’ê li gel van kesên navborî ji serê sala 2012 ve herî kêm 25 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.

DI SALA 2011 DE HERÎ KÊM 114 KES HATIN KUŞTIN

Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne. Tevî 34 kesên li Roboskiyê ev hêjmar dike 114.

DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ

Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.