Li Serdeştê terora rejîma Îranê: Kesek sivîl hat kuştin

Li Serdeştê terora rejîma Îranê: Kesek sivîl hat kuştin

Li Serdeştê di encama gulebarana ji aliyê hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve pêk hat de Kurdek ji bajarê Serdeştê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, devera Mîr Ebadê ya li ser xeta sînorê Serteşt û Başûrê Kurdistanê, komek “qaçaxçiyên” Kurdên ku debara xwe li ser sînoran dikin, li rastî êrîşa çekdarî ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê hatin û di encamê de kesê bi navê Rizgar Gemenanî jiyana xwe ji dest da.

Herî dawî, leşkerên rejîma Îranê di hefteya destpêkê ya meha îlonê de, li ser sînorê Serdeşt-Başûrê Kurdistanê gule li komek kasibkarên Kurd reşand û di encamê de kesê bi navê Mihemed Dîwalan jiyana xwe ji dest da, du kesên ku navê wan nehat zanîn birîndar bûn.

Li gorî tomarên ANF’ê li gel van kesên navborî ji serê sala 2012 ve herî kêm 27 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.

DI SALA 2011 DE HERÎ KÊM 114 KES HATIN KUŞTIN

Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne. Tevî 34 kesên li Roboskiyê ev hêjmar dike 114.

DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ

Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.