Li navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê veguhestina leşkerî didome. Li aliyê din qereqolên seyar jî tên avakirin. Balkêşe ku çûn û hatina helîkopteran jî zêde bû.
Li herêma Colemêrgê li aliyekî veguhestina leşkerî didome, li aliyê din qereqolên seyar tên avakirin. Li navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê di demên dawî de veguhestina leşkerî didome û qereqolên seyar tên avakirin. Di demjimêrên serê sibehê de bi dehan maşîneyên zirxî ji navçeya Geverê hatin Şemzînanê. Maşîneyên zirxî yên ji 21'emîn Fermandariya Tumana Hidûd derketin, bi karwanek mezin hatin navçeya Şemzînanê. Hat zanîn ku leşkerên bi maşîneyên zirxî derketin li seranserî sînor di qereqolên seyar de hatin bicihkirin.
Hat zanîn ku li aliyekî veguhestin tê kirin li aliyê din qereqolên seyar tên avakirin. Li gorî çavkaniyên herêmê li sînorê Başûrê Kurdistanê li herêma Navberojan, Gedenaj, Şaneşan, Mavan, Bêgijnê û Çemanê yekîneyên seyar hatin avakirin. Li herêma Bêsosin, Ziniyi Gerdiyan û Binsorê jî qereqolên seyar hatin avakirin.
Dîsa ji 34'emîn Fermandariya Tugaya Hidûd û 3'emîn Tabûra Komado ya Çiyê helikopter û leşker hatin veguhestin.