Li ser hevkariya dewleta Tirk û çeteyan belgeyên nû
Serokkomarê Tirk Erdogan her gavê îdîa dike, ku ew pêşî li çûyîna çeteyên DAIŞ û El Nûsra ya ber bi Sûriyeyê ve digirin. Lê belê belgeyên hêzên YPG û QSD'ê li gelek cihan bi dest xistine nîşan didin, ku rastî berevajî vê îdîayê ye.
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
GIRÊ SPÎ
yekşem, 27 adarê 2016, 07:02
Serokkomarê Tirk Erdogan her gavê îdîa dike, ku ew pêşî li çûyîna çeteyên DAIŞ û El Nûsra ya ber bi Sûriyeyê ve digirin. Lê belê belgeyên hêzên YPG û QSD'ê li gelek cihan bi dest xistine nîşan didin, ku rastî berevajî vê îdîayê ye.
Bi belgeyan careke din îspat bû ku dewleta Tirk çeteyên DAIŞ'ê derbasî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dike. Belgeyên ku QSD'ê li biryargehên çeteyan ên li Til Hemîs, Til Berak, Hol, Kobanê, Çiyayê Kizwanan, Şedadê û Girê Spî bi dest xistine nîşan didin, ku rastî berevajî daxuyaniya Erodgan e ku got 'Me endamên DAIŞ'ê girtin û dersînor kirin'. Ji bi sedan belgeyên hatine bidestxistin tê dîtin, kesên ji Kazakîstan, Endonezya, Tacîkîstan û gelek welatên din ên cîhanê ji bo tevlî çeteyên weke DAIŞ û El Nûsra bibin hatine, di ser Tirkiyeyê re bi hêsanî derbasî Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bûne.
Belge piştrast dikin, çete ji sala 2013'an û pê ve balafirgehên Stenbol û Edene û deriyên sînor ên Kaniya Xezalan (Akçakale) û Kîlîsê bi kar anîne, vîzeya elektronîk û belgeyên mafê rûniştinê wergirtine û ji vir derbasî nava Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûne.
ÇETEYÊN DAIŞ'Ê DI SER TIRKIYEYÊ RE DIÇIN Û TÊN
Piştî komkujiya 22'ê Adarê ya çeteyên DAIŞ'ê li paytexta Belçîka Brukselê kir, hemû awir zîvirîbû ser Tirkiyeyê. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî îdîa kiribû, ku ew kesên çalakiya dikin zevt dikin û vedigerînin welatên jê hatine. Di belgeyên QSD'ê li biryargehên li Şedadê û Girê Spî bi dest xistî de, careke din piştrast bû ku bi sedan çete bi alîkariya dewleta Tirk derbasî nava xaka Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûne. Dewleta Tirk a ku li qada navneteweyî bi têkiliya xwe ya bi çeteyan re tê naskirin, ji bo ji van êrîşan berpirsyar neyê dîtin da xuyakirin, ku wan ev çeteyên çalakî kirine ji berê ve ragihandine. Lê belê ji belgeyan fêm dibe, di ser Tirkiyeyê re bi sedan, bi hezaran endamên çete derbas bûne û ev hemû gefa terorê li tevahiya cîhanê dixwin.
Ev belgeyên li biryargehên çeteyan ên li Rojava hatin bidestxistin, destnîşan dikin ku Tayyîp Erdogan rast nabêje. Eger mîna ku Erdogan îdîa dike çete tên girtin û li welatên jê hatine tên vegerandin, wê demê çeteyên bi morha gumruk û balafirgehên Tirkiyeyê, bi biletên otobusan, belgeyên vîze yên elektronîk û çeteyên mafê rûniştinê li Tirkiyeyê wergirtin, bi çi rengî û çawa xwe gihandin Rojavayê Kurdistanê?
MAFÊ RÛNIŞTINÊ Û GERÊ DI BIN KONTROLA DEWLETA TIRK DE TÊ KIRIN!
Di nava belgeyên hatine bidesxistin de, belgeyên mafê rûniştinê yên ji bo biyaniyan, ku ketin û derketina wan nayê diyarkirin û belgeyên rê dide ku li Tirkiyeyê bi serbestî bigerin, hene. Her wiha tê fêmkirin, çete ji bo derbasî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bigire, xeta Kîlîs, Riha bi kar tînin.
Wekî din, di belgeyên hatine bidestxistin de, ji çêkirina madeyên teqemeniyê heta çêkirina madeyên kîmyewî, gelek agahî cih digirin. Malzemeyên di çêkirina teqemenî û kîmyewî de tên bikaranîn, ku beşek jê beriya niha hatibûn kifşkirin, ji belgeyan tê fêmkirin ku di ser Tirkiyeyê re hatine derbaskirin.
Yek ji van belgeyan a Bekmûrzayev Meîîrzhan ê ji Kazakîstanê ye. Li binê belgeya ku îmzeya Midûrê Şaxê Biyaniyan a Emniyeta Stenbolê Erkan Aydoga heye jî, mafê mayîna li Pendîk a Stenbolê ji Sûltan Argerîm ê ji Kazakîstanê re tê dayîn. Ev xwediyê pasaportê di ser Balafirgeha Sabîha Gokçe ya Stenbolê derbas bûye.
Welatiyekî din ê Kazakîstanê Mûkysh Tolganay jî di ser Balafirgeha Sabîha Gokçek a Stenbolê derbasî Tirkiyeyê bûye. Abdulazîz Abdullah ê ji Rojhilatê Turkîstanê, Kiyomov Thûmakûl ê ji Tacîkîstanê û welatiyê Endonezyayê Syahhûtra yê vîzeya elektronîk wergirtiye di nav de, derket holê ku ji sedan kesan re dewleta Tirk belge û mafê rûniştinê daye.
Em çend ji nasanme û belgeyan li jêrê parve dikin. Di rojên pêş de em ê dersên çeteyan ên ji bo hînbûna bi Tirkî, notên rojane û perwerdeyê yên bi Tirkî, malzemeyên di çêkirina teqemeniyan de tên bikarnîn û notên bi Tirkî yên li ser çêkirina jehrê bi we re parve bikin.