Li Şengalê ji gerîlayên HPG/YJA STAR û MLKP'ê rêze çalakî
Gerîlayên HPG/YJA STAR û MLKP'ê îro li Şengalê hin rêze çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 8 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Gerîlayên HPG/YJA STAR û MLKP'ê îro li Şengalê hin rêze çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 8 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Îro danê sibehê saet di 05:30 de, li ser rêya Şengal-Kizilkentê, gerîlayan li hemberî çeteyan hin rêze çalakî lidar xistin.
Di çalakiya destpêkê de du maşînên çeteyên DAIŞ'ê hatin rûxandin, 2 çete hatin kuştin.
Li hemberî 2 çeteyên DAIŞ'ê yên li heman xetê li dewriyê digeriyan, çalakiya sabotajê pêk hat. Di encama vê çalakiyê de jî çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Di çalakiyeke din a sabotajê de jî 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Gerîlayên HPG/YJA STAR'ê duh li taxên Hey Nasir û Sîttî Zeynebê du çalakiyên sûîqestê lidar xistin. Li vir jî 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Li aliyê din, li navenda Şengalê jî bi çekên giran li dijî maşîneke leşkerî ya çeteyan çalakiyek pêk hat û çeteyek li vir hat kuştin.
Balafirên koalîsyonê jî, li mewziyên çeteyan xistin.