Li Şengalê gelek çete hatin kuştin
Di çalakiyên Hêzên Berxwedanê yê Şengalê de, çeteyan derbên giran xwarin. Di çalakiyan de gelek çete hatin kuştin.

Fermandariya HPG’ê ya Şengal & Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê, di çarçoveya berxwedana li Şengalê didome, çalakiyên bi bandor li dar xistin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hêzên me yên berxwedanê 9’ê Gulanê di ketina Şengalê de li hember wesayîteke çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê ku wesayît hat derdkirin mirî û birîndarên çeteyan nehatin tespîtkirin.
10’ê Gulanê li devera derketinê ya li rojavayê Şengalê, tevgera çeteyan hatiye dîtin. Li hember vê tevgerê gerîlayên me çalakiyeke bi bandor pêk anîne. Di çalakiyekê de ku 3 wesayîtên çeteyan bûn armanc 2 wesayît bi temamî hatin rûxandin, wesayîtek jî hat derbkirin. Di encama çalakiyê de bi çav bi awayekî zelal hat dîtin ku 4 çete hatine kuştin. Li vir mirî û birîndarên çeteyan zêde ne.”
HPG/YBŞ’ê diyar kir ku 10’ê Gulanê ji aliyê gerîlayan ve li Taxa Xeyr Nasir saet 17.30, li Taxa Sittî Zeynep jî saet 21.30’î li hember çeteyan bi çekên luledirêj çalakiyên sûîqestê pêk hatine. Di çalakiyên sûîqestê de 2 çete hatin kuştin.