Li Şengalê du çete hatin kuştin
Hêzên berxwedanê li Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê du çalakiyên cuda pêk anîn.
Hêzên berxwedanê li Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê du çalakiyên cuda pêk anîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “27’ê Nîsanê saet di navbera 13.00 - 15.00’an de li derdora Taxa Sîttî Zeynep di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin û çeteyek birîndar bû.
Dîsa 28’ê Nîsanê saet 10.00’an li derdora girê Şehîd Erdal û heman rojê saet 18.30’î li Taxa Sûka Jêr li hemberî çeteyên di nav tevgerê de gerîlayên me bi çekên giran çalakî pêk anîne. Di encama vê de çeteyek hatiye kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.”