Li Şengalê derba giran: 10 çete hatin kuştin

Li Şengalê, di çalakiyên hevpar ên gerîlayên HPG/YJA STAR û şervanên MLKP'ê de 10 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê der barê berxwedana li Şengalê de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku gerîlayên HPG/YJA STAR û şervanên MLKP'ê çalakiyên hevpar lidar xistin.

Li gorî daxuyaniyê; 

Di êvara 24'ê Gulanê saet di 21:30 de li derdora taxa Sîttî Zeynep çalakiyên sûîqestê hatine lidarxistin û di encamê de 2 çete hatine kuştin.

Di 25'ê Gulanê saet di navbera 13:00 - 14:00 de li navenda Şengalê li hemberî maşîneke çeteyan bi çekên giran çalakiyek pêk hatiye. Di vê çalakiyê de jî çeteyek hatiye kuştin.

Di 25'ê Gulanê saet di 20:30 de li derdora taxa Xeyr Nasir û saet di 22:00 de li derdora taxa Sîttî Zeynebê du çalakiyên sûîqestê hatine lidarxistin û li vir jî 2 çete hatine kuştin.

Di sibeha 26'ê Gulanê saet di 06:00 de li ser rêya Şengal-Kizilentê, li hemberî TIR'eke çeteyan, gerîlayên HPG/YJA STAR û şervanên MLKP'ê çalakiyên sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de 2 çeteyên di TIR'ê de hatin kuştin, ji çeteyên li dû çalakiyê hatin cihê bûyerê jî, çeteyek hat kuştin û çeteyek birîndar bû.

Di heman saetê de li heman cihê çalakiyê 2 çeteyên hatin cihê bûyerê, hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dîmenên vê çalakiyê hatine kişandin.