Li Şengalê cebilxaneyeke çeteyan teqiya
HPG'ê da xuyakirin ku di pevçûna duh a li taxa Xeyr Nasir a Şengalê de ku 14 çete lê hatin kuştin 10 çete jî birîndar bûn, cebilxaneyeke çeteyan hatiye teqanndin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê, encamên pevçûna duh a li Şengalê bi raya giştî re parve kir.
Navendê diyar kir ku di pevçûna 7'ê Gulanê ya li derdora taxa Xeyr Nasirê de 14 çete hatin kuştin û 10 çete birîndar bûn. Di daxuyaniyê de, der barê pevçûnê de ev detay hatin parvekirin:
"Di pevçûna piştî nîvro saet di navbera 15-16'an de çeteyan derbek giran xwarin û çeteyan xwe vekişandin. Di encama pevçûna li vir de cenazeyê çeteyî, çekeke BKC, cîhazeke biçûk, gelek fîşekên BKC, şarjorên çeka M-16, gelek fîşekên M-16 û rextek ketine destê gerîlayên me.
Di dema pevçûnê de cebilxaneyeke çeteyan jî hatiye teqandin. Bi qasî saetekê teqîna li cebilxaneyê dewam kiriye."