Li Şengalê 9 çete hatin kuştin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand di encama pevçûnên îro li Şengalê di navbera gerîla û çeteyên DAIŞ’ê de qewimîn 9 çete hatin kuştin. Hejmara çeteyên îro hatin kuştin gihişt 14'an.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand di encama pevçûnên îro li Şengalê di navbera gerîla û çeteyên DAIŞ’ê de qewimîn 9 çete hatin kuştin. Hejmara çeteyên îro hatin kuştin gihişt 14'an.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê got: “Li gorî daxuyaniya ji aliyê Fermandariya Şengalê ya HPG’ê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ya dawî 5 çete hatin kuştin. Agahiyên di vê daxuyaniyê de hatine dayin wiha ne:

Roja 7’ê Gulanê saet 10:00'an, li derdora Taxa Xeyir Nasir, çeteyên DAIŞ’ê xwestin li dijî çeperên hêzên me êrîşekê pêk bînin, di encamê de pevçûn rû da. Me dabû diyarkirin ku 5 çete hatin kuştin û pevçûnên li herêmê hê jî berdewam dikin. Pevçûn di saetên danê nîvro de li hin cihan dijwar bûn û di encamê de 9 çete hatin kuştin û zêdetirî 10 çeteyên DAIŞ’ê birîndar bûn. Gelek cenazeyên çeteyan li herêma pevçûnê ne. Her wiha li derdora Sûka Jêr a Xeyr Nasirê balafirên Koalîsyonê êrîş pêk anîne û li nêzî 10 cihan xistine.”