Li Şengalê 7 çete hatin kuştin

Li Şengalê berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Di şeva 6'ê Gulanê saet di 00:30 de hêzên HPG û YBŞ'ê xwe berdane nava çeteyên li derdora Kizilkent a li rojavayê Şengalê bicih bûbûn û derbek giran li çeteyan xistin.

Li Şengalê berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Di şeva 6'ê Gulanê saet di 00:30 de hêzên HPG û YBŞ'ê xwe berdane nava çeteyên li derdora Kizilkent a li rojavayê Şengalê bicih bûbûn û derbek giran li çeteyan xistin. Li vê derê 2 çete hatin kuştin. Di pevçûna li taxa Xeyr Nasir de jî herî kêm 5 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. 

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, der barê pevçûnên dawî yên li Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di şeva 6'ê Gulanê saet di 00:30 de hêzên HPG û YBŞ'ê xwe berdane nava çeteyên li derdora Kizilkent a li rojavayê Şengalê bicih bûbûn û derbek giran li çeteyan xistin. Hat destnîşankirin ku di vê çalakiyê de 2 çete hatine kuştin.

Fermandariyan diyar kirin ku di sibeha 7'ê Gulanê saet di 10'an de, li derdora taxa Xeyr Nasir hêzên çete xwestine êrîşî çeperên hêzên HPG û YBŞ'ê bikin û dan zanîn ku li ser bersivdayînê pevçûn derketiye. Li gorî daxuyaniyê di pevçûnên ku hînê li hin cihan dewam dikin de bi zelalî 5 çete hatine kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.

Hat ragihandin ku cenazeyê 5 çeteyan li herêma di bin kontrola hêzên HPG, YBŞ'ê de ne.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku di êvara 6'ê Gulanê saet di 18:00 de li hemberî çeteyên li derdorta Taxa Sûka Jêr bicih bûbûn, balafirên koalîsyonê 2 caran bombebaran kirine.