Li Şengalê 5 çete hatin kuştin

Li Şengalê hêzên HPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê 5 çalakiyên sûîqestê lidar xistin. Di encama çalakiyan de 5 çete hatin kuştin.

Li Şengalê hêzên HPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê 5 çalakiyên sûîqestê lidar xistin. Di encama çalakiyan de 5 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakî û şerê dawî yê li Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê diyar kir ku di 3'ê Hezîranê saet di navbera 15:00 - 17:00 de li taxa Xeyr Nasr a Şengalê, hêzên gerîla li dijî çeteyên DAIŞ'ê 4 çalakiyên sûîqestê pêk anîne. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama van çalakiyan de 4 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku di 3'ê Hezîranê saet di 12:30 de, li Girê Silo yê Şengalê, hêzên gerîla li dijî çeteyan çalakiyek sûîqestê lidar xistine û li vir jî çeteyek hatiye kuştin.