Li Şengalê 3 maşînên çeteyan hatin rûxandin
Li Şengalê di çalakiya hêzên berxwedanê ya li hemberî çeteyan de 3 maşînên çeteyan bi temamî hatin rûxandin. Hat ragihandin ku gelek çete hatine kuştin û birîndar bûne.
Li Şengalê di çalakiya hêzên berxwedanê ya li hemberî çeteyan de 3 maşînên çeteyan bi temamî hatin rûxandin. Hat ragihandin ku gelek çete hatine kuştin û birîndar bûne.
Gerîlayên HPG/YJA STAR'ê û şervanên YBŞ'ê duh êvarê saet di 19:30 de li derdora gundê Kizilkent ê li pêşiya Şengalê, 3 maşînên çeteyan rûxandin.
Hat ragihandin ku di encama vê çalakiyê de gelek çete hatine kuştin û birîndarkirin.
Her wiha li Şengalê hêzên berxwedanê du çalakiyên sûîqestê pêk anîn û tê gotin ku di van çalakiyan de jî windahiyên çeteyan hene.
Tê payîn ku çavkaniyên HPG'ê di saetên pêş de der barê mijarê de daxuyaniyekê biweşînin.