Li Şengalê 3 çete hatin kuştin
Li Şengalê di encama çalakiyan de 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Li Şengalê di encama çalakiyan de 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Li Şengalê di encama çalakiyan de 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, der barê çalakiyên li Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Fermandariyan diyar kirin ku îro ber destê sibehê saet di 06'an de li ser rêya derketina ji Şengalê ya ber bi aliyê Rojava ve, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên di nava tevgerê de bûn, çalakiyeke sabotajê ji aliyê gerîlayan ve hatiye lidarxistin.
Hat ragihandin ku di çalakiyê de yek ji wesayîtên çeteyan hedef hatiye girtin û wesayît bi temamî hatiye îmhakirin. Li gorî daxuyaniyê di vê çalakiyê de 2 çete hatine kuştin.
Fermandariyan dan zanîn ku piştî vê çalakiyê derbeke bi bandor li çeteyan hatiye xistin û di vê lêdanê de jî çeteyek hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafirên koalîsyonê di êvarê 17'ê Gulanê saet di 21:30 de li Navenda Şengalê û saet di 23:00 de li Taxa Xeyr Nasir 6 caran li çeteyan xistine.