Li Şengalê 2. derbeya mezin li çeteyan hat xistin
Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîloyê de derbeyên mezin li DAÎŞ’ê hatin xistin. Herêmek dirêjayî 20 kîlometre û 10 kîlometre firehî ji çeteyan hate paqijkirin.
Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîloyê de derbeyên mezin li DAÎŞ’ê hatin xistin. Herêmek dirêjayî 20 kîlometre û 10 kîlometre firehî ji çeteyan hate paqijkirin.
Fermandariya Şengalê diyar kir ku ji 13’ê Mijdarê 2015’an, ji rizgarkirina Şengalê û vir ve serkeftina derbeya duyemîn a herî mezin li DAÎŞ’ê hatiye xistin. Fermandariyê eşkere kir ku herêmek dirêjahiya 20 kîlometre û firehiya 10 kîlometreyan ji çeteyan hatiye paqijkirin.
YBŞ’ê diyar kir ku Bakurê Çiyayê Şengalê ji çeteyan hatiye paqijkirin û herêm ketiye ewlehiyê, rêya 47. ya diçe Mûsilê, nuqteya ku dikeve sînorê Rojava û Iraqê ye.
YBŞ da xuyakirin ku Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîloyê 7 rojan berdewam kir û gundên Medîban û Mecrîs ji DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin. Di operasyonê de 55 Êzîdî ji destê çeteyan hatin rizgarkirin.
YBŞ’ê diyar kir ku di operasyonê de 107 çete hatin kuştin, cenazeyê 73’ê çeteyan jî di destê hêzên wan de ne. Emîrên berpirsên Medîban Ebû Yeqîn, Ebû Feteh û Ebû Kemal jî hatin kuştin.
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê, got çeteyên bi navê Celîl Telafer, Ebû Netzer, Busam Ziyad Tarik û Dilşad Abdullah Selîm hatine girtin. Di operasyonê de 2 wesayît hatin derbkirin.
Fermandariyê destnişan kir ku di operasyonê de 1000 şervanên YBŞ/YJŞ’ê, ji sînorê Rojava ve jî 500 şervanên YPG/YPJ’ê cih girtine. Di giştî operasyonê de gêrîlayên HPG’ê û YJA-Star qismî piştgirî dane.
Fermandariyê ragihand ku Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya YBŞ’ê Şengal Şengalî jî di nav de 14 şervanan jiyana xwe ji dest dane. Ji şervanê ku jiyana xwe ji dest dane 5 şervan YPG’yî ne, 8 YBŞ/YJŞ ne û yek jî Rojnamevan Agir Bane ye, 15 şervan jî birîndar bûne.
YBŞ’ê diyar kir ku agahiyên têkildarî nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wê piştre bi raya giştî re parve bikin.
ALAVÊN KETINE DEST
Lîsteya alavên ku ketine destên hêzên YBŞ’ê;
4 çekên sekvaniyê û rextê wan
8 çekên BKC, 3 zincîr û gelek guleyên wan
3 çekên B-7 û 17 roketên wê
5 tebance
2 dûrbînên rojê
8 fûze
2 çekên sekvanî yên Zagrosê
14 çekên klêş, 9 jêrjor û gelek guleyên wan
5 wesayîtên bombebarkirî hatin îmhakirin.
1 wesayîta Hammer
1 wesayîta Traktor
1 taksî
35 guleyên hewanên 82 mm
1 hewana 240 mm û 12 topên wê
16 qaîdeyên katûşa û 3 guleyên wê
2 doçkayên 12,5
2 hewanên 60 mm û 48 guleyên wê
Nasnameyên girêdayî çetayan û belgeyên rêxistinî hatine desteserkirin.