Li Şengal û Kerkukê çalakî

Hêzên gerîlayan li Şengal û Kerkukê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya li Şengal û Kerkukê, daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê da daxuyaniya xwe de wiha got: “Di 21’ê Gulanê de saet di 08.00’an li gundê Mirê ya Kerkukê  hêzên me yên gerîlayan li dijî wesayîteke çeteyan çalakiya sabotajê pêk anîn. Dema wesayît derbas dibû hat teqandin û bi tevahî îmha bû. Li vir 2 çete hatin kuştin. Piştî çalakiyê çeteyan xwestin bi çekên giran êrîşê pêk bînin. Li ser vê gerîlayan bi bataryayê çekên giran bersiv dane. Di encamê de çeteyekî din jî hatiye kuştin.

21’ê Gulanê saet di 10.00’an de li nêzî Taxa Xeyr Nasir a Şengalê gerîlayên me li dijî wesayîtek çeteyan êrîş pêk anî. Windahiyên li vir nehatin zelalkirin.”