Li Şemzînan û Elbakê bombe bi wesayîtên leşkerî ve hatin teqandin

Li Şemzînan û Elbakê, di dema derbasbûna wesayîtên leşkerî de teqîn pêk hatin. Tê gotin, ji ber teqînan gelek leşker mirin e û gelek jî birîndar bûne.

Li herêma Garê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, di dema derbasbûna wesayîteke leşkerî de li nêzî qereqola Tekelî teqînekê rû da. Piştî teqînê gelek ambûlans çûn cihê bûyerê. Li gorî çavkaniyên Tirk, 4 leşker birîndar bûne. Lê çavkaniyên herêmî dibêjin wesayîta zirxî rûxiya ye û gelek leşker mirin e.

Li bejahiya navçeya Elbak a Wanê jî, di dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqînekê rû da.

Teqîn, dema wesayîtên leşkerî ber bi qereqola li ser sînor ve diçûn, pêk hat. Li gorî çavkaniyên Tirk 8 leşker birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan giran e.