Artêşa Tirk li sêgoşeya Lîce-Hêne û Dara Hênê operasyonekî berfireh ya bi piştgiriya hewayî da destpêkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, artêşa Tirk li sêgoşeya navçeyên Amedê Lîce û Hêne, li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê operasyonekî berfireh da destpêkirin. Hate ragihandin ku, operasyon bêhtirî xwe li mezrayên Akçapinar, Kuçuk Ziyaret, Buyuk Ziyaret, Hambaz û Taşlik yên ser bi gundê Şenlik yê navçeya Lîcê belavbûye, her wiha li hewayî helîkopter piştgiriyê didin operasyonê.
Hate diyarkirin ku, nêzî 30 wesayîtên zirxî yên binavê kîrpî, cendirme û tevgera polîsên taybet tevlî operasyonê bûne.