Li sêgoşeya Amed-Çewlik-Mûşê operasyon

Li sêgoşeya Amed-Çewlik-Mûşê operasyon

Li Amedê ji 7’mîn Fermandariya Kolordûyê li bejahiya navçeyên Hezro-Pasûr yên Amedê, Lîce- Çewlik û herêmên Şenyayla ya Mûşê operasyona bipiştgiriya helîkopteran destpê kir.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, ji ber sedema êrîşên dawî ji 7’mîn Fermandariya Kolordû ê li herêmên çiyayî yên sêgoşeya Amed-Çewlik û Mûşê operasyonek hate despê kirin.

Tê ragihandin ku, operasyon li herêma çiyayî ya di navbera navçeyên Hezro-Pasûr yên Amedê, Lîce-Çewlik û herêma Şenyayla ya Mûşê de berfireh bûye. Hate hînbûn ku, di operasyona ku heya niha berdewam dike de ti pevçûnan rû ne daye.