Hat ragihandin ku gerîlayên HPG’ê li navçeyên Hênê, Pîran û Farqînê rêze çalakî li dar xistin.
Li gorî çavkaniyên Tirkan, şevê din saet di 22.30 de li nêzî Midûriyeta Emniyeta navçeya Hênê di navbera gerîla û artêşa Tirk de pevçûnek rû da. Hat îdîakirin ku di vê pevçûnê de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku gerîlayên HPG’ê du wesayîtên zirxî yên tîmên taybet xistin kemîn. Nehat zanîn di bûyera saet di 01.00 de qewimî de mirî an jî birîndar hene an na. Li gorî hin agahiyan, li hin deveran pevçûn berdewam dikin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li ser rêya bejahî ya Farqînê jî, bombeya li kêleka rê hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna wesayîta polîsan de hat teqandin. Nehat zanîn mirî an jî birîndar hene an na.