Ber bi herêma bajarokê Rûbarokê yê girêdayî navçeya Şemzînana Colemêrgê veguhestina leşkerî û operasyona bi piştgiriya helîkopteran hate destpêkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, karwana leşkerî ya di nav de kamyonên sivîl û wesayîtên zirxî jî hene ji herêma Geverê ber bi 34’mîn Fermandariya Tûgaya Sînor ya Şemzînanê ve şandin.
Cebilxaneyên leşkerî yên di kamyonan de li Fermandariya Tûgayê bicih kirin û her wiha karwana leşkerî ya ji wesayîtên zirxî pêk dihat jî şandin herêma Rûbarokê.
Hate ragihandin ku, li Rûbarokê operasyona bipiştgiriya helîkopteran destpê kir.