Urmiye - Hat ragihandin ku duh li Girtîgeha Ûrmiyeyê 3 girtîiyên edlî hatin îdamkirin.
Li gorî agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê di 20’ê Îlonê de 36 girtiyan îdam kir. Hate zanîn ku navê yek ji wan Haşim Cîhanger yê ji Tirgevera Urmiyeyê, Îrec Dîlêmîyê ji Gengeşîna Urmiyeyê ye û Husên Bostanî ne.
Rejîma Îranê, piştî Çînê, di cîhanê de di warê pêkanîna cezayê îdamê de welatê duwemîn e. Salane bi sedan kes ji ber “sucên siyasî” û edlî bi îdamê têne mehkûmkirin û cezayê bi sedan kesî jî têne pêkanîn. Li gorî tomarên ANF’ê, tenê ji serê sala 2012 ve rejîma Îranê cezayê dardakirinê li 6 girtiyên Kurd ên siyasî birî û heta niha 24 girtiyên Kurd ên siyasî dibe di her kêliyekê de bêne dardakirin.
Rejîma Komara Îslamî ya Îranê, herî dawî cezayê dardakirinê li girityê Kurd ê bi navê Mensûr Arwendî yê ji bajarê Mehabadê birî. Hinceta vî cezayê li Arwendî yê ku zêdetirê salek e di girtîgehê de ye, hate birîn; “Hevkariya li gel partiyek Kurd e”. Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê di 13’ê Îlonê de cezayê îdamê li Arwendî birî û ji bo mafê îtîrazê jî tenê 20 roj dane.
Her wiha, di hefteya borî de jî Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ya rejîma Îranê bi hinceta “hevkariya partiyek Kurd kiriye” cezayê dardekirinê li girtiyê Kurd ê siyasî yê bi navê Saman Nesîmî jî birî. Ji ber îtîrazê dosyaya Neîmî careke din ji Dadgeha Bilind re hatiye şandin. Saman Nesîmî di tebaxa 2011 de li Mehabadê hatibû binçavkirin û piştre hat girtin. Ji wê rojê ve di girtîgehek a Mehabadê de tê ragirtin.