Li Rojavayê Kurdistanê çeteya dolarên sexte hate desteserkirn

Li Rojavayê Kurdistanê çeteya dolarên sexte hate desteserkirn

Li bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê hêzên Asayişê çeteyek a pereyê dolar ê sexte di sînorê Başûrê Kurdistanê re dibirin Rojava hate destgirkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, roja 16’ê berfanbarê, çeteya pereyê sexte ku ji sînorê Başûrê Kurdistanê ve derbasî Dêrikê bû, ji aliyê hêzên Asayişê ve hatin girtin.

Asayişê heta niha derbarê kesên hatin binçavkirin de tu daxuyaniye neda. Nehat zanîn di nava çeteyê de çend kes hene.

Li gorî hin agahiyan endamên vê koma çete berê çûne Tirkiyeyê û di nava êrîşkaran de cih girtin. Tê diyarkirin ku Tirkiye karên narkotîk derbasî Rojavayê Kurdistanê bike.