Li Rojava Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), komkujiya Helebê şermezar kir û li Rojavayê Kurdistanê 3 roj şîn îlan kir.
TEV-DEM derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de komkujiya Helebê ku duh êvarê ji hêla rêjima Suriyeyê ve pêk hatibû û 20 kesan jiyana xwe ji dest dabû, şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku divê gelê Rojavayê Kurdistanê li hember vê komkujiyê xwedî helwestek tûnd be û nerazîbûnên xwe nîşan bide. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber komkujiyê 3 roj şîn hatiye îlankirin.