Li Rojava yekemîn Konferansa Aboriyê pêk hat

Li Rojava yekemîn Konferansa Aboriyê pêk hat

Di bin siya Desteya Bilind a Kurd (DBK) de yekemîn Konferansa Aborî ya Kurdî li bajarê Qamişlo bi kombûna sedan bazirganên Rojava hat lidarxistin.

Konferas duh li Qamişloyê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir, endamê Desteya Bilind a Kurdî (DBK) Ehmed Silêman bi pîrozkirina yekemîn konferansa aborî ya kurdên Rojavayê Kurdintanê vekirina konferansê kir.

Silêman, di axaftina xwe de konferans pîroz kir û got: "Em lidarxistina vê konferansê di şert u mercên ku gelê me yê Rojava tê de derbas dibe gavekî gelekî pîroz dibînin."

Silêman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pêwîste aborî bi siyaseteke saxlem were temamkirin û aboriya bi hêz pêwîste di hemû beşên jiyanê de temamkirî be, lewra pêwîste aborî dûrî berjewendiyên şexsî be."

Silêman di derbarê embangoya ku li ser Rojavayê Kurdistanê û rola bazirganan di şkandina ambargoyê de got"Bi alîkariya we û bi hêza vê konferansê em ê ambargoya ku hun bi xwe dizanin bandora wê li ser gelê me heye bişkînin, dê Desteya Bilind bi hemu hêza xwe destek bide vê konferansê" û di dawiya axaftina xwe de anî ziman: "Ya girîng ev e ku bazirganên kurd di vê demê de di zanebûna barên li ser milê vane de bin ."

Endamê Desteya Bilind Ebdulselam Ehmed jî bal kişand ser ambargoya li ser gelê Rojava û got:"Ev ambargoya ku îro em dijîn şkandina vê berpirsyartiya we ye, ev konferans wek bingeheke ji bo avakirina aboriyekî xurt yê ku jiyanekî bi aştiyane misoger dike."

Piştre kesên ku di konferansê de beşdar li ser bername, biryar û pêşniyaran nîqaş kirin. Tê payin ku encamên konferansê bi raya giştî re bên aşkerekirin.