Li Rojava pevçûn didomin

Li gelek qadên kantonên Kobanê û Cizîrê ya Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzên YPG, hêzên bexwedêr ên hevbeş û DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar diqewimin

Li gelek qadên kantonên Kobanê û Cizîrê ya Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzên YPG, hêzên bexwedêr ên hevbeş û DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar diqewimin. Hêzên Rojava ku bersiv dan êrîşên çeteyan du roj maye ji cejna Newrozê pevçûn li her derê didomin.

Li eniyên rojava û başûr rojavayê Til Temir di navbera hêzên hevbeş û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar didomin. Di pevçûnên şevê din de 3 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Her wiha wesayîtek jî hate rûxandin.

Li gundê Til Nesrî yê dikeve başûrê bajarê Til Temir şevê din saet 01.00’ê di navbera hêzên hevbeş û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar derketin. Hêzên hevbeş di van pevçûnan de derbeyên giran li  baregehên çeteyên dan û çete têk birin.

Li gundê El- Amiriyê û derdora gundê El- Menacîr ên dikevin rojavayê Til Temir şevê din hêzên YPG’ê û YPJ’ê wesayîteke çeteyên hedef girtin. Di encama çalakiyê te wesayît hate rûxandin û 2 çeteyên têde hatin kuştin. Her wiha 3 çete jî birîndar bûn.

Li gundê El- Xirêta yê 6 kîlometre dikeve başûrê Til Temir jî şevê din hêzên hevbeş li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de çeteyek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn. Li herêmê pevçûn di navbera hêzên hevbeş û çeteyên DAIŞ’ê de didomin

LI BAŞÛRÊ KOBANÊ 2 GIRÊN DIN HATIN RIZGARKIRIN

Li başûrê Kobanê 2 girên stratejîk ji aliyê şervanên YPG’ê ve ji çeteyan hatin paqijkirin. Li gorî agahiyên hatine ragihandin şervanên YPG’ê piştî ku duh êvarê gundê Kîdî yê 35 kîlometre li başûrê Kobanê ye rizgar kirin, li 2 girên dikevin pişt gund ku ew jî 37 kîlometre dikevin eniya başûr, çalakî li dar xistin.

Di encama çalakiyên ku saet 19.00’an pêk hatin her du gir ji çeteyan hatin paqijkirin. Der barê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Operasyona YPG’ê ya paqijkirina gundan didome.

LI ROJHILATÊ KOBANÊ 12 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di şer û pevçûnên ku şevê din li rojhilatê Kobanê qewimîn de 12 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, şevê din şervanê YPG’ê li gundê Qertel ê li rojhilatê Kobanê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Li rojhilatê Kobanê jî çeteyan li nêzî Gundê Minîfa Kor êrîşek pêk anîn, lê şervanên YPG’ê bersiva tund dan êrîşên çeteyan û li vir jî 9 çete hatin kuştin 3 jî birîndar bûn.

Operasona paqijkirina gundên Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hîn didome.