Li Rojava hişyariya 'goştê xirabûyî'

Li Rojava hişyariya 'goştê xirabûyî'

Li aliyekê embargo û dorpêça li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dike, li aliyeke din jî bi rêyên qaçax goştê demborî yê xirabûyî derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Endamên Komîteya Tenduristiyê ya Dêrika Hemko ji ber goştê mirîşkan ê li Rojavayê Kurdistanê tê firotin gel hişyar kir.

Di van rojên dawî de goştên mirîşka yê ziwakirî li bazarên Dêrka Hemko zêde dibe. Hate ragihandin ku ev goşt ji aliyê başûrê Kurdistanê ve, di riyên qaçax re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe.

Goşt ji aliyê Birîtanya, Amerîka û Holandayê ve hatiye Başûrê Kurdistanê. Ev goştê demborî bi rêyên qaçax derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û li wir tê firotin.

Ji endamên Komîteya Tenduristiyê ya Dêrika Hemko Dr. Hisên Îsa derbarê mijarê de agahî da ANF’ê û gelê herêmê hişar kir.

Îsa bal kişand ser bandora vî goştî ya li ser tenduristiya gel û da zanîn ku gelek kes ji ber vî goştî bi nexweşiyan ketine. Dr. Hisên Îsa ji gel xwest ku teqez vî goştî nexwin.

Di dema ku Sînor di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de ji aliyê Hukmeta herêma Başûrê Kurdistanê ve bi têlên rêsayî hatiye girtin. pêşmergeyan dewriyên xwe li ser sînor zêde dikin, ta ku nehêlin tu kes madeyên ku ji jiyana mirovan re gerekin derbas bikin. Goştên ku neynî bandora xwe li tenduristiya mirovan dikin bi qaçaxî derbasî rojava dibe.