Li Rojava xebatên xwesazîkirinê jî berdewam dikin. Li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya pêngava avakirina rêveberiya xweser de, Tevgera Civaka Demokratîk xebatên rêxistinkirina civakê didomîne. Li gundê Keldaniyan Xanîkê yê li Dêrka Hemko gel rêveberiya xwe hilbijart.
Li gundê Xanîkê yê Kildaniyan ê girêdayî herêma Koçeraya Dêrikê rêveberiya herêmî hat hilbijartin. Bi vê armancê Tevgera Civaka Demokratîk civînek li dar xist.
Rêveberê Dêra Keldanî li Dêrikê û gundê Xanîk Baba Malik Melûs li ser girîngiya avakirina meclîsên gundan û pêkanîna pêdiviyên jiyanê yên rojanê axivî.
Baba Malik Melûs di axaftina xwe de bang gelê herêmê kir ku ji bo çarserkirina pirsgirêkên xwe li meclîsa xwe xwedî derkeve û ji meclîsên gundên derdorê jî xwest ku alîkariya hev bikin.