Doh li bajarê Qamişlo Fermandariya Pispor a Parastina Leşkerî ku girêdayî Desteya Bilind a Kurd (DBK) bi armanca avakirina yekîneyên hevbeş ên parastinê yên Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku armanca wan a bîngehîn avakirina yekîneyên hevbeş ên parastinê ye.
Yek ji xalên sereke yên peymana hevkariya netewî û biryarên Desteya Bilind a Kurd, avakirina komîteya parastinê bû.
Li gorî vê yekê, doh li bajarê Qamişlo Desteya Bilind a Kurd avakirina Fermandariya Pispor a Parastina Leşkerî ragihand. Fermandariyê avakirina xwe bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.
Di daxuyaniyê de weha yê gotin: "Li gorî biryarên Desteya Bilind a Kurd, Fermandariya Pispor a Parastina Leşkerî hat avakirin. Xebatên me yên sereke wê avakirina yekîneyên parastinê yên hevbeş be.
Ji bo serketina fermandariya me, em bang li gelê Kurd dikin da ku bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide vê fermandariyê"
Fermandariyê diyar kir ku ew ê berpirsyariya parastina hemû netewên Rojava hilgirin ser milê xwe û weha dawî li daxuyaniya xwe anî:
"Em bang li hevkar û birayên xwe yên Ereb, Asûrî û Siryanî dikin da ku alîkariyê bidin fermandariya me. Divê her kes baş zanibe ku erka vê fermandariyê parastina hemû netew û beşên civaka herêmê ye."