Li Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kesên bi slogana “Em berxwedana Rêber Apo silav dikin” daketin kolanan, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest. Di axaftinên hatin kirin de, hate destnîşankirin ku gelê kurd bi felsefeya Ocalan ber bi azadiyê ve diçe û îradeya xwe nîşan dide.
Di çarçoveya “Meşa Înê” ku her hefteyê roja înê tê lidarxistin de, li bajarên Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kes, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşên ku bi diruşma “Em berxwedana Rêber Apo silav dikin” hatin lidarxistin de, li bajarên Kobanê, Serêkaniyê, Amudê, Dirbêsiyê, Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran welatiyan dilsoziya xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman. Di meşan de posterên Ocalan, alên TEV-DEM’ê û pankartên ku komploya navneteweyî û tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin hatin vekirin.
Di meşên ku posterên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin de, her wiha sloganên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bi can bixwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Dilê me canê me Apoye Serokê me” hatin berzkirin. Di axaftinên ku di meşan de hatin kirin de, hate diyarkirin ku bi pêşengî û berxwedana Ocalan gelê kurd hemû lîstik vala derxistine û bi çalakiyên xwe îradeya xwe careke din nîşan daye. Her wiha hate gotin ku azadiya Ocalan dê li Rojhilata Navîn deriyê aştiyê veke û banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.
QAMIŞLOYÎ BIÇÛK Û MEZIN LI KOLANAN BÛN
Meşa li paytexta Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê, li ber Mizgefta Qasimo destpê kir. Di meşa ku ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes beşdar bûn de, gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, alên TEV-DEM’ê û pankartên “Em kompolay navnetewî şermezar dikin”, “Bê azadî jiyan nabe” hatin vekirin. Di meşê de herwiha bênber dirûşmên wekî, “Ocalan”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
‘GELÊ KURD XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKET
Di meşa ku bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda “Ey Reqîp” destpê kir de Endamê Kordînasyona TEV-DEM’ê Hisên Çawiş axaftinek ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Hisên Çawiş, destnîşan kir ku ev bêbextî ne tenê li hember Ocalan bû, di heman demê de li hember gelê kurd û azadiya gelê kurd bû. Çawiş, destnîşan kir ku li hemberî hemû êrîşan jî, gelê kurd li îradeya xwe xwedî derketiye û wiha pê de çû: “Îro li kolanên bajarên Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kes li kolanan e. Di dîroka mirovahiyê de tu caran 60 kesan ji bo rêberekê xwe ne şewitandiye. Bi dehan şehîdên me hene. Ev jî nîşan dide ku Rêber Apo îradeya gelê Kurdistanê ye, îradeya Rojhilata Navîn a demokratîk e.”
‘EM BI FELSEFEYA RÊBER APO BER BI AZADIYÊ VE DIÇIN
Hisê Çawiş got bila her kes baş zanibe ku heke ew îro gavên ber bi azadiyê û yekîtiyê ve diavêjin, ev bi saya felsefeya Ocalan e û wiha dom kir: “Armanca dijmin ew bû Rêber Apo dîl bigirin û gelê kurd bê Serokatî û bênefes, bê siyaset û bêîrade bihêlin. Lê we bi vê helwesta xwe îspat kir ku dijmin tu caran nikarin gelê kurd ji îradeya wî veqetînin. Em îro gavên xwe ber bi azadiyê ve di avêjin û bi vê serhildana xwe bêbextiyê vala derdixînin.”
LÎSTIK BI SER NAKEVIN
Çawiş, bal kişand se r lîstikên li hemberî kurdan û civîna veşartî ya li Hewlêrê hatiye çêkirin û ev tişt gotin: “Hinek hene lîstikan dilîzin. Heke îro peymanên veşartî çêdikin, armanca wan ew e ku vê yekîtiya we xirab bikin, dixwazin tevgera azadiyê biçuk bixin, lewre divê em rê nedin vana û li her derê parastina xwe xurtir bikin. Em ji wan re dibêjin hunê nikarin îradeya gelê kurd bişikînin, ev bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, em ê li ser vê bingehê xweseriya demokratîk ava bikin.”