Li Roboskiyê 3 cerdevana çek danî

Li Roboskiyê 3 cerdevana çek danî

Li Roboskiyê 3 cerdevanên zarokên xwe di Komkujiya Roboskiyê de windakirin çek danîn. Cerdevana got, “Me nedikarî îxanetê li zarokê xwe bikîn.”

3 cerdevanên ku di encama êrîşa balefirên artêşa Tirk de 34 zarokên xwe di Komkujiya Roboskiyê de windakirin, çek danîn. Li gorî nûçeya DÎHA’yê bavê Bîlal, Cemal û Selam Encu yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bûn ku cerdevanin çûn Alaya Bêcu û çekên xwe danîn. Cerdevanên binavê Abdullah, Silêman û Ehmed sedemê çek danîna xwe jî bi van gotinan anî ziman: “Zarokên me kuştin, kiryarên wan nedîtin. Hêjan kiryarên wan diveşêrin.”

Malbatan da diyarkirin ku, ev 9 meh li ser kuştina zarokên wan re derbaz bû hêjan bûyer nehatiye zelalkirin û wiha gotin; “Çawa ku kiryarên zarokên me dernexistin holê jî, li ser vê re jî zextê li me dikin ku em biçin peywirê. Dema ku em li wan çekan dinêrin mirina zarokên me tê pêş çavên me. Me nikarin li gel kesên zarokên me kuştîn û dayîn kuştin bin. Me ne dikarî vê îxanetê li zarokên xwe bikîn. Ji ber wê me çekên xwe danîn.”

Mehmet Encu jî anî ziman ku, ew nizanin dê têkildarî lêpirsînê çi pêngavê bi avêjin û wiha axivî: “Van hevalên me çekdanî. Di nava gel de bertek zêde ye. Hema bêje salek derbazbû, hêjan çi hatiye kirin nediyare. Lêpirsînek heye nîne, em wê jî nizanin. Bila yek ji me re bêje çi tê kirin. Tê gotin ‘lêpirsîn heye’ lê belê negotin çi çêdibe. Lêpirsîn di kîjan astê de ye, kî bigûmane, çend kes dê îfadeyê bidin, kiryar kîne? Pêwîste ev hemû pirs bêne bersivdan. Êdî pêwîste kesek tiştekê ji me re bêje.”