Li navçeya Pirsûs ya Rihayê du bira bi îdîaya li ser înternetê propaganda PKK’ê dikin hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, vê sibehê di demjimêr 06.00’an de polîsên sivîl di ser cihê kar û mala du birayên yên gund yê navçeya Pirsûsa Rihayê de girtin. Di serdegirtinê de dest danîn ser kaseya komputerê, birayên Emîn û Ekrem Bînîcî hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku, birayên Bînîcî bi îdîaya ku propagandaya PKK’ê kirine hatine binçavkirin. Hate aşkera kirin ku, her du bira birine Midûriyeta Polîsan ya Rihayê.