Li Riha û Antalyayê 12 kes hatin girtin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Rihayê 4, li Antalyayê jî 8 kes hatin girtin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Rihayê 4, li Antalyayê jî 8 kes hatin girtin.

LI RIHAYÊ 4 XWENDEKAR HATIN GIRTIN

Li Rihayê xwendekarên Zanîngeha Rihayê 49 xwendekarên ku piştî pîrozbahiya Newrozê hatin binçavkirin ji wan piştî îfadeya emniyetê 26 xwendekar hatin berdan. 23 xwendekar jî sewqî dozgeriyê hatin kirin. Li dozgeriyê 15 xwendekar hatin berdan. 8 xwendekar jî sewqî dadgehê hatin kirin. Ji xwendekaran Fevzî Acar, Nûrettîn Bînîcî, Mustafa Aktar û Seyran Ayran bi îdiaya "muxalefetî qanûna meş û xwepêşandanan kirine" hatin girtin. 

Xwendekarên hatin girtin birin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.

ANTALYA

Li Antalyayê di serdegirtinên malan de 16 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên emniyetê derxistin edliyeyê. Ji 16 kesan bi îdiayên "endamên rêxistinê ne" "avakirina Antalya YPS" sewqî dadgehê hatin kirin, 9 kes bi şerta kontrola edlî hate berdan, 7 kes jî hatin girtin. 

Li navçeya Alanyayê jî welatiyê bi navê Mehmet Emîn Acar ê hatibû binçavkirin jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin.