Serokê BDP’a navçeya Kocakoyê Hakki Şik, hevjîn û zarokên wî ji aliyê polîsên derdorê mala wan girtî hatin derb kirin û binçavkirin.
Hate diyarkirin ku, di demjimêrên serê sibehê de polîsan li derdora mala Serokê BDP’a navçeya Kocakoy ya Amedê lêgerîn pêkanîn. Hakki Şik bertek nîşanî lêgerînê da û li ser gotina “Ew nikarin bêy destûr li derdora mala wî lêgerînê bikin”, polîsan bersiva “Cihê em bixwazin dê lêgerînê lê bikîn” da. Piştî ku di navbera polîs û malbatê de nîqaş derket, hate ragihandin ku, polîsan Serokê Navçeyê Şik, hevjîna wî Serah û zarokên wî Amed, Mehmet, Bûrhan û Rojda derb kirin û binçavkirin. Hate hînbûn ku, piştî Şik û malbata wî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kocakoyê di kontrola tenduristiyê re derbaz kirin, birin Midûriyeta Polîsan ya Navçeyê.