Li Ranya gêrîla Aso û Dilgeş bigirseyî hatin defin kirin

Li Ranya gêrîla Aso û Dilgeş bigirseyî hatin defin kirin

Cenazeyên gêrîla Nasir Rûhîzade binasnavê Aso Mahabad û Mecîd Behreng bi nasnavê Dilgeş Dilovan û ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, duh li navçeya Ranya ji aliyê welatiyan ve bi slogana "Şehîd Namirin" li goristana "şehîdên PKK" hatin defin kirin.

Malbata gêrîlayê HPG’ê Nasir Rûhîzade bi nasnavê Aso Mahabad ku li Mahabadê ji dayîk bûye di 22’ê Cotmehê de li bejahiya gundên Şekerman û Pax yên ser bi navenda Dêrsimê di encama pevçûnê de bi sê hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû, herwiha malbata gêrîlayê HPG’ê Mecîd Behreng bi nasnavê Dilgeş Dilovan ku li Selmasê ji dayîk bûye û di 1’ê Kanûnê de li navçeya Arûcaka Xarpêtê di encama pevçûnê de bi sê hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû, duh cenazeyên zarokên xwe ji Morga Nexweşxaneya Meletiyê wergirtin û berbi Başûrê Kurdistanê ve birêketin.

DEWLETA ÎRANÊ DERIYÊ XWE JI CENAZEYÊN GÊRÎLAYÊN HPG’Ê RE GIRTIYE

Ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê destûr nade ku cenazêyên gêrîlayan bibin bajarên lê ji dayîk bûne, ji ber vê yekê jî malbatên gêrîla Aso Mahabad û Dilgeş Dilovan xwestin cenazeyên kurê xwe bînin nêzîkî xwe navçeya Ranyayê kû dikeve ser sinôrê Îranê.

GÊRÎLA BI SLOGAN Û MERASIMA AYÎNÎ HATIN DEFIN KIRIN

Dema kû welatiyan cenazêyên gêrîlayan li Dergehê Îbrahîm Xelîl wergirtin, berbi bajarê Dihokê ve bi rê ketin. Piştî kû cenazeyên gêrîlayan li Dihok, Akrê, Hecîava, Çarqurne û Ranya derbaz dibûn li rasta eleqeyek mezin ya gel hatin û gel bi sloganên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bakûr Başûr Rojhilat Yek Armanc û Yek Xebat’ ‘Kujer Erdogan’ cenazeyê gêrîlayan pêşwazî kirin. Dema ku cenaze gihiştin goristana şehîdan ya li navçeya Ranya, bi merasima ayînî û sloganên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Ey Şehîd Xwîna We Li Erdê Namîne’ cenazêyên gêrîla Aso Mahabad û Dilgeş Dilovan li gel hevalên xwe hatine defin kirin.

Piştî kû cenazeyên gêrîlayan li goristana şehîdan ya Ranya hatin defin kirin, peyamên Partiya Çareseriya Kurdistan PÇDK’ê, Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev, Komîteya Şehîdan ya PÇDK’ê hatin xwendin. Piştî xwendina van peyaman, peyama Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan PJAK’ê hate xwendin.

EM DÊ BI TEKOŞÎN Û BERXWEDANÊ XWEDÎ LI RIYA ŞEHÎDAN DERBIKEVÎN

Di peyamê de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdên Kurdistanê, gelê Kurd û bitaybet malbatên gêrîla Aso Mahabad û Dilgeş Dilovan re sersaxi hate xwestin. Di berdewama peyamê PJAK’ê wiha hate gotin; “Sala 2012’ê, sala bilindkirina asta tekoşîna azadîxwaziya gelê me bû. Nimûneya wê ya herî li berçav jî ewe ku di rojên dawiya salê de jî gelê Kurd xwedî li cenazayên şehîdên xwe derketin. Wan qehremanan ne hêla ku agirê şoreşê bitemire û wê ev şoreşe bi azadî û serbixweyî bidawî bibe.” Her wiha di peyamê de hate gotin ku, wê sala 2013’an tekoşîna ku bixwîna şehîdan bilind dibe wê bihêztir bibe û wiha berdewam kir; “Em wek Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan PJAK’ê bi ruh û armanca van şehîdan dest bi sala nû ya 2013’an dikîn û her bi wî ruhê berbi serkeftin û azadiyê sala nû 2013’an ve diçîn û na hêlîn ku rêya van şehîdane bê xwedî bimîne.” Her wiha di dawiya peyamê de hate gotin; “Em carek din bejna xwe li ber hemû şehîdan bitaybet li ber şehîd Aso Mahabad û Dilgeş Dilovan ditewînîn û ji Rêber Apo, gelê Kurdistan û bitaybet malbata şehîd Aso û şehîd Dilgeş re sersaxiyê dixwazîn.”

Piştî ku peyama PJAK’ê jî hate xwendin girseya gel bi sloganên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ belavbûn.